CNN: Îsraîlê di dema şerê Îranê de bi veşartî leşker şandine Azerbeycanê

Li gorî nûçeya taybet a CNN’ê Îsraîlê di dema şerê Îranê de hêzên taybet, personelên îstixbaratê û yekîneyên komandoyan li Azerbeycanê bi cih kirine.

Li gorî nûçeya CNN’ê dispêre çar çavkaniyên cuda, Îsraîlê di dema şerê li gel Îranê de ji hin xalên li başûrê Azerbeycanê yên nêzîkî sînorê Îranê re yekîneyên leşkerî yên taybet û îstîxbaratî şandine.

Çavkanî diyar dikin ku herêma berbehs 100 kîlometreyan dûrî bajaraê Tebrîz ê Îranê ye û Îsraîlê di dema şerî de ji vê herêmê agahiyên îstixbaratî kom kirine û bi rêya balafirên bêmirov operasyon bi rê ve birine.

DORPÊÇEKE PIRALÎ

Li gorî CNN’ê bicihkirina li Azerbeycanê ya veşartî, perçeyekî berfirehtir ya tora leşkerî ya herêmî ye ku Îsraîlê li dijî Îranê daye avakirin.

Hate îdîakirin ku Îsraîlê di dema şerî de ji bilî Azerbeycanê li Iraq, Îmarat, Somalîlandê jî xalên leşkerî yên veşartî bi kar anîne.

Hate diyarkirin ku ev baregeh di destpêkê de ji bo operasyonên muhtemel ênrizgarkirinê hatine plankirin lê belê piştre veguherandine navendên berhevkirina agahiyên îstixbaratî û operasyonên leşkerî yên pêşketî.

AZERBEYCANÊ ÎNKAR KIR

Balyozxaneya Azerbeycanê ya DYE’yê daxuyaniyek da CNN’ê û îdîayên berbehs red kirin.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Em îdîayên ku xakên Azerbeycanê di operasyonên li dijî welatên sêyemîn de hatine bikaranîn, bi awayekî teqez red dikin.’’

Serokwezîrtiya Îsraîlê Hêzên Parastina Îsraîlê bersiv nedan daxwaza CNN’ê ya şîrovekirinê.

AMADEHIYÊN OPERASYONÊ YÊN BERIYA MEHAN

Li gorî CNN’ê, kiryarên Îsraîlê yên li sînorê Azerbeycanê hefteyan beriya destpêkirina şerî, dest pê kirine.

Di nûçeyê de hate îfadekirin ku rêveberiya Îsraîlê ya siyasî û leşkerî di wê baweriyê de bûn ku wê muzakereyên di navbera DYE û Îranê de bi ser nekevin û ji ber vê yekê amadehiyên xwe bi lez kirine.

LI GEL KUŞTINA FERMANDARÊ ÎRANÊ HATE TÊKILDARKIRIN

Yek ji çavkaniyên ku ji CNN’ê re axiviye, îdîa kir ku di encama yek ji operasyona ku li Azerbeycanê hatiye lidarxistin ya 4’ê Adarê de Serokê Îstîxbarata Artêşa Muhafizan Rahman Mukaddam hatiye kuştin.

Îsraîlê Rahman Mukaddam di sala 2024’an de bi hewla kuştina Donald Trump tawanbar kiribû.

Rojekê piştî vê bûyerê li hemberî balafirgeheke Azerbeycanê ya li herêma Naxçivanê bi balafirên bêmirov êrîşek hate kirin. Serokkomarê Azerbeycanê Ilham Aliyev ji êrîşa berbehs Îranê weke berpirsiyar girt lê belê rêveberiya Tehranê ev yek red kirin.

TÊKILIYÊN ÎSRAÎL-AZERBEYCANÊ

Nûçeyê bal kişand ser têkiliya leşkerî û aborî ya demdirêj ya di navbera Îsraîl û Azerbeycanê de hate diyarkirin ku ev têkilî bi salên dirêj e heye.

Azerbeycan beşeke mezin a hewcehiya pertolê ya Îsraîlê dabîn dike û Îsraîl jî pergalên çekan ên pêşketî difiroşe Bakuyê. Azerbeycan di sala 2016’an de bûbû yekem welatê biyanî yê ku pergala parastina hewayî ya Kûbeya Hêsinî ya Îsraîlê kirîye.

Pispor diyar dikin ku têkiliya di navbera her du welatan de ji têkiliya bazirganiya çekan û hevkariya îstixbaratî wêdetir veguheriye hevkariyeke stratejîk.